26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hejmara malbatên ku doza zarokên xwe ji PKKê dikin gehişt 100 malbatî

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info-Hat zanîn ku hejmara malbatên ku bi çalakiya Amedê, doza zarokên xwe ji PKKê dikin gihişte  100 malbatî.

Girava rûniştinê ya malbatênli ber deriyê Bajarvaniya Amedê doza zarokên xwe ji PKKê dikin ji berya 11 rojan bi çend malbatan destpêkir.

Di serî de piraniya medya kurd nexwestin vê yekê raghînin lê  heta ev çalakî bû babetek di  rojeva medyayî de wan jî destpê kir.

Roj bi roj dengê malbatan behtir derdikeve û hejmara wan zêde dibe herwiha  Ji deverên cuda yên Bakurê kurdistanê malbat tên Amedê û hejmara wan gehişt 100 malbatî.

Ji roja 18ê meha çû ve  dayik li pêşiya şaredariya Amedê çalakiyan li dijî “revandina zarokên wan ji aliyê PKKê ve” li dar dixin.

 

 

Nûçeyên têkildar