Muelim: Kurd wê şaşîtiyek dîrokî bikin eger hilbijartinan baykot bikin

Ajans-KDP.info-Welîd Muelim, Wezîrê derve yê Sûriyê hişiyariyê dide Kurdan û dibêje ku Kurd wê şaşîtiyek dîrokî bikin eger hilbijartinên serokatiya Sûriyê baykot bikin.
Welîd Muellim di hevpeyvîneke telvizyona el-Meyadîn de got ku “ew hemwelatiyê Sûriyê yê ku diçe ser sindoqan û deng dide tevî gefê û metirsiya çêbûna teqînan, ew bi tenê sûriyekî rasteqîne ye”.
Muellim hişyarî da Kurdan û got “Eger Kurdên Sûriyê hilbijartinan baykot bikin ewê şaşîtiyekê dîrokî bikin”.
Partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku duh sêşemê birêveçûn baykot kirin û tevlî wan nebûn.
Derbarê proseya çavdêriya hilbijartinan ji aliyê komîteyên navneteweyî de, wezîrê derve yê Sûriyê bal kişand ku “Komkara Erebî ji destpêka krîzê de pîlan li dijî Sûriyê dikir”.
Welîd Mualim herwiha got “Çawa emê baweriyê bi çavdêrên wan welatan bikin ên ku nehiştin hemwelatiyên sûrî dengê xwe bi kar bînin?.”




