Aştî Hewramî: Pişka şirketên petrolê ji sedî 15 ye

Hewlêr-KDP.info-Aştî Hewramî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê ragehand ku niha Iraq 100 milyon bermîl petrol deyndarê Herêma Kurdistanê ye.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî eşkere kir ku pişka şirketên petrolê ji sedî 15 û ji sedî 85’ê din jî bo Herêma Kurdistanê ye.
Aştî Hewramî got: “Lê belê şirketên petrolê ji sedî 3’ê din li gor şêwazê girêbestan rasterast li wezaretê vedigerînin, herwiha pêdiviyên navxwe jî hene ku ji sedî 20 heta ji sedî 40 e, bi vêna jî tişta ku digihe şirketan ji sedî 7 heta 10 e.”
Di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de ku taybet bû bi pirsa hinardekirin û petrola Kurdistanhe, Hewramî wiha axifî: “Beşek ji dahata petrolê ji bo jêrxana aborî û pêşxistina dezgehên hikûmî hatiye bikaranîn. Niha ligel ku İraq 100 milyon bermîl petrol deyndarê Herêma Kurdistanê ye, lê ew mesrefa Herêma Kurdistanê kiriye bi hinceta budceya Kurdistanê qutkiriye.”




