26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Destkeftên gelê Kurd berhemên têkoşîna gelê Kurd bi Serokatiya Barzaniyê Nemir bûne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Fazil Mîranî, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê dibêje pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gelek zehmete.

 

Sekerterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di hevpeyvîneke de li gel kanala Elhure ya Iraqê de behsa rewşa Iraq û deverê kir.

Fazil Mîranî ragehand ku di nava destûra bingehîn ya Iraqê de ti astengiyek li berdem Nûrî Malikî bo ku xwe dubare bo postê Serokwezîriyê Iraqê berbijar bike tuneye lêbelê pêk anîna hikûmeta nû bi Serokatiya Nûrî Malikî gelek zehmete jiber ku piraniya aliyên siyasî yên Iraqê li dijî wê yekê ne ku Malikî dubare bibe Serokwezîrê Iraqê.

Mîranî di beşeke din ya vê hevpeyvîna han de behsa dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê û têkoşîna azadîxwaz ya gelê Kurd a bi Serokatiya Barzaniyê Nemir kiriye û destkeftên niha yên gelê Kurd jî weke berhemên wê têkoşîna han wesif kiriye.

Derbarê kolandina kanalan jî li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de Mîranî eşkere kir ku di navbera her du beşên Kurdistanê de sînorên fermî hene û ev sînorên han hertim vekirîne lewre ne hewceye ku beşên din yên sînoran vekirî bimînin ji xwe di navbera ti dewlet û welatan de jibilî deriyên fermî ti beşeke din ya sînoran nevekirîne.

 

Nûçeyên têkildar