26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Kurdistanê: Armanca me ewe ku di vê civînê de bighên têgihêştinek hevpar

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civîna îro ya serokatiya parlamentoyê û serokê komîteyên parlamentoyê de amadebû û got: “Armanca me ewe ku di vê civînê de bighên têgihêştinek hevpar, evder cihê muzayedeya siyasî nine.”


Aştî Hewramî di bersiva wê pirsyarê de got: “Bila em bi wî zimanî goftûgo nekin çûnkî, Elhemdulîlah em ji opozisyonê rizgar bûn, eger ew zanyariyên ku me xistine ber destê we şefafiyet têde nîne û hemû dahatê aşkira nake hemû dolarekî nîşan nade, wê demê mafê we ye hûn rexne bikin û biaxivin.”

Piştre jî Nêçîrvan Barzanî xeyidî û bi tundî bersiva da û got: “Armanca me ewe ku di vê civînê de bighên têgihêştinek hevpar, evder cihê muzayedeya siyasî nîne û em muzayedeya siyasî li ser televizyonê qebûl nakin, em hatine di keş û hewayeke aram û maqul de zanyariyan bidin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Isûl ji pirsyaran re heye, eger pirsyarên we li me hene li gor pirensîp û bi awayekî qanûnî bikin, evder cihê mehkeme kirinê nîne, divê em vegerin  bo yasaya parlemanê.”

Nûçeyên têkildar