26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Tiştê me kiriye di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna îro ya ligel serokatiya parlamentoyê û serokê komîteyên parlamentoyê de ragihand ku tiştê wan kiriye di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê û di çarçoveya destûra Iraqê de bû.

 

Nêçîrvan Barzanî gotarek di civînê de pêşkêş kir û keyfxweşiya xwe li hember berdewamiya civîn û gotûbêjên navbera parlamento û hikûmetê derbarê pirsa enerjiyê de anî ziman û got “Ev pirs girînge û divê Parlamentoya Kurdistanê agehdarî hûrgiliyan be”.

 

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê wê li ser berhemanîn û firotina petrola Herêma Kurdistanê berdewam be û got “Em ê vê yekê bikin ji bo em mafê xwe yê destûrî werbigirin û bi xwe 17% ji budceya Iraqê ku mafê me ye bistînin”.  

 

Serokwezîrê Barzanî anî ziman ku mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê 850 milyar dînar e û got “ev hejmar gelek mezine, lê tevî krîza heyî me kariye mûçeyan peyda bikin”.

 

Her derbarê pirsa enerjiyî de ku mijara sereke ya civîna îro ye, Nêçîrvan Barzanî got “Em dixwazin bi zelalî mamele ligel vê pirsê bikin, em dixwazin bibe pirseke niştimanî û em wê yekê jî bi dawî bînin ku gelo ev pirs şefafe yan na”.

 

Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe wiha domand: “Em amade ne bi şanazî hemû rojekê parlamento gazî me bike, em dixwazin em hemû di vê pirsê de yekgirtî bin û baweriya me ya tam heye ku tiştê me kiriye di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê û di çarçoveya destûra Iraqê de bû”.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku “mercê serkeftina vê proseyê, yekgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê ye”.

 

Nûçeyên têkildar