Beşikçî li Dihok di semînarekî de behsa doza Kurd kir

Dihok-KDP.info-Îsmaîl Beşekcî, li Dihokê derbarê doz û dîoka gelê Kurd de semînarek pêşkêş kir.
Di çarçoveya serdana xwe bo Herêma Kurdistanê de, nivîserê Turk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşekcî, doh bi beşdariya hejmarek zor ji rewşenbîr, xwendekar, rojnamevanên Dihokê semînarek ji bona Beşkcî li hola Hanî ya li avahiya serokatiya zanîngeha Dihokê hat saz kirin
Beşikçî di vê semînara han de ku hijmareke Rewşenbîr, Nivîskar û Mamosteyên Zanînehan jî tê de amade bûn, derbarê doza Kurd û qonaxên dîrokî yên doza Kurd axivtî û behda wan karesatan kir ku di nava qonaxên curbicur yên dîrokê de li ser gelê Kurd hatine spandin kir.




