Ebdulfetah el-Sîsî bû serokê Misrê

Ajans-KDP.info-Encamên dawî yên hilbijartinên serokomarî li Misrê hat ragihandin ku tê de Ebdulfetah el-Sîsî bi piraniya 96% ji dengan bi ser ketiye.
Şêwirmendê Komîteya Bilind a Hilbijartinan li Misrê, Enwer el-Asî ragihand ku rêjeya beşdariya welatiyan di dengdanê de 47.45% bû, ku dike 25 milyon û 578 hezar deng.
Enwer el-Asî aşkere kir jî ku Ebdulfetah el-Sîsî, ku berê Wezîrê Bergirî bû, bi rêjeya 96% ji denagn, da pêş hevrikê xwe Hemdîn Sebahî yê ku 3.9% ji dengan bidest xistibû.
Navborî amaje kir jî ku Ebdulfetah el-Sîsî ku dike 23 milyon û 780 hezar û 104 deng bidest xistibû.
Roja 26-27ê Gulana borî hilbijartinên serokomarî li Misrê birêve çûn.




