Erdogan: Jibilî HDPê û Mît, tu şandên din serdana Ocelan nekirine

Hewlêr-KDP.info-Serokwezîr Tirkiyê ragihand ku ew idîayên ku dibêjin hevdîtin di navbera Ocelan û çend şandên siyasî de hatine encamdan dûrin ji rastiyê, ji ber ku Jibilî HDPê û Mît, dewletê rê nedaye tu şandên din ku serdana Ocelan bikin.
Serokomarê Kirgizistanê Almazbek Atambayev digel Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li navenda avahiya Serokwezîriyê hevditîn kir. Piştî hevditînê Erdogan û Atambayev civîna çapemeniyê ya hevpar lidarxistin û li ser pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd sekinî.
Erdogan di civînê de li ser îdiayên ku bi serokê rêxistina PKKyê Ebdulla Ocalan re, hevdîtinên siyasî dest pê kirin got "Hevdîtinên wiha nehatine kirin, Jibilî HDPê û Mît, dewletê rê nedaye tu şandên din ku serdana Ocelan bikin."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di civînê de axivî û li ser îdiayên ku bi serokê rêxistina PKKyê Ebdulla Ocalan re, hevdîtinên siyasî dest pê kirin wiha got: "Hevdîtinên wiha nehatine kirin. Heke bi vê zêhniyetê nêzikî mijarê bibin dê deriyê xwe jî xwe bi xwe bigirin. Niha tenê mensûbê HDPyê yên ku me destûr da wan diçin giravê, berê jî mensûbên BDPyê ji bo hevdîtinê çûbûn. Carinan jî me destûr da wezîfedarên tenduristiyê û hin erkdarên navneteweyî. Ji bilî vana ji bo çûna hevdîtinan me destûr neda tu lijneyeke siyasî û endamên çapemeniyê. Tiştek wiha nehatiye kirin û dê neyê kirin jî."




