Efkan Ala: PKKê naxwaze pirsa Kurd çareser bibe û aştî û aramî li navçeyê belav bibe

Hewlêr-KDP.info-Efkan Ala, wezîrê Karên Navxweyî got ku PKKê bi hemû hêza xwe hewil dide ji bo têkdana pêvajiya çareserkirina pirsa Kurd û naxwaze ku pirsa Kurd bê çareserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî got ku daxwaza wan ew e ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de zarok ji serê çiya vegerin, ne ku dîsa biçin serê çiya û wiha dewam kir: "Em ji bo zarok vegerin pêvajoya çareseriyê birêve dibin. Lewra revandina zarokan provokasyon e. Armanc ew e ku rê li ber pêvajoya çareseriyê bigrin. Divê dev ji van provokasyona berdin. Lewra pêvajo bi rêkûpêk dewam dike."
Ala li meclisê pirsên rojnamegeran bersivand û got: " Kesên ku dixwazin rê li ber pêvajoya çereseriyê bigrin hene. Divê em baldar bin. Em ji her tiştî dûr disekinin û pêvajoyê bi rêkûpêk bi rê ve dibin. Baweriya gel jî bi pêvajoya çareseriyê heye."
Ala got ku li Diyarbekirê dayik ji bo zarokên xwe çalakiya rûniştinê li dar dixin û wiha dewam kir: " Divê êdî dayik negrîn. Em ji bo zarokên dayikan ji serê çiya bên vê pêvajoyê birêve dibin. Lê belê dîsa zarok birin serê çiya. Ev rasterast provokasyon e. Hin kes dixwazin ku rê li ber pêvajoya çareseriyê bigrin. Pêvajo berdewam e. Bi rêkûpêk dewam dike. Gel jî piştgiriyê dide me. dê ev mesele bê çareserkirin."
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala tekez kir ku PKKê naxwaze pirsa Kurd çareser bibe û aştî û aramî li navçeyê belav bibe, lewra bi hemû hêza xwe hewil dide ji bobelavbûna tevliheviyê û têkdana pêvajoya çareseriyê.




