Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste em yekgirtî bin û em yek rêziya xwe biparêzin

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, di merasima 39emîn salvegera damezirandina YNKê de got, damezirandina YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû. Nêçîrvan Barzanî, her wiha diyar kir, PDK bi hevpeymaniya digel YNKê şanazî dike.
Îşev li bajarê Hewlêrê, merasima 39emîn salvegera damezirandina YNKê hat lidarxistin. Di merasimê de nûner û rayedarên partiyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê her wiha mêvanên biyanî beşdar bûn.
Ahenga salroja damezrandina Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Kusret Resûl Elî, Cîgirê yekem yê Sekerterê Giştî yê Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) û Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Kursdistanê û Fazil Mîranî, Sekerterê Mekteba Siyasî yê Partî Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Dr. Berhem Salih, Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê û nûnerên partî û aliyên siyasî û konsolê welatan birêve çû.
Di merasimê de, peyama pîrozbahiya YNKê ji aliyê Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, Dr. Berhem Salih ve hat xwendin.
Dr. Berhem Salih di peyama xwe de, diyar kir ku divê her kes qedrê destkeftên Herêma Kurdistanê bizane û got, pêşhatên girîng li benda Herêma Kurdistanê ne.
Cîgirê Talebanî, her wiha behsa rewşa Talebanî kir û got, înşala em di merasima bê de Mam Celal jî di nav xwe de bibînin.
Piştî Berhem Salih, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, peyama partiya xwe pêşkêşî YNKê kir û got, damezirandina YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû ji ber wê jî PDK şanaziyê bi hevpeymaniya digel YNKê dike.
Nêçîrvan Barzanî, li ser tenduristiya Talebanî jî axivî û got, nexweşketina Mam Celal valahiyeke mezin e li Iraq û Kurdistanê ji ber wê jî hêviya min ew e ku her çi zûtir baş bibe û vegere Kurdistanê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li himber guhertinên navçeyê, pêwîste ku em yekgirtî bin û em yek rêziya xwe biparêzin û hevdem parêzerê destkeftanên xwe jî bin û di qonaxa bê de, çi li Herêmê û çi li Bexdayê de jî yek bin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku di van çend rojên bê de, kabîneya 8emîn ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bê ragihandin.




