Îsmayîl Bêşikçî: Kurd dîsa nabin bindestên siyaseta dewletên dagîrker û nabe ji avakirina dewletê kêmtir razî bibe

Hewlêr-KDP.info-Îsmayîl Bêşikçî, nivîskarê mezin û civaknasê turk ku 17 salan ji temenê xwe ji ber piştgîriya pirsa Kurdî di zindanên Tirkiyê de derbas kiriye û raghand ku biryara hikûmeta Herêmê bo firotina petrolê bi bê razîbûna Bexdayê di cihê xwe de ye.
Îsmayîl Bêşikçî ji rojnameya Hewlêr re ragihand, di pirsa firotina petrola Herêma Kurdistanê de Emerîka mamele ligel Kurdistanê nake û helwîstên wê ne di berjewendiya Kurdan de ne, û Kurdistan ji herçan alyan ve guvaş li ser mane, lê ligel vê de, derfetên mezin hene, bi wan xebatên parçên din yên Kurdistanê û ezmûna dîmokrasiyê û azadiya bîrurayan, ligel hebûna çavkanî û samanên jêrzemîn ku dibe kerteke girîng ya siyasî bo serxwebûna Kurdistanê.
Derbarê ezmûna Kurdistanê û pirsa serxwebûnê û damezrandina dewleta Kurdî, Îsmayîl Bêşikçî dibêje: “Bi baweriya min eger tenê hizir bo avakirina dewleta Kurdî hebe, bê avêtina gavên cidî, şaşitî tên kirin. Ez berdewam dibêjim ku gelek sedemên derveyî û navxweyia hene ku Kurdistan ji wê bingeha sereke dûr dike, 40 milyon Kurd xwenê bi dewleta kurdî dibînên, bi baweriya min Kurd dîsa nabin bindestên siyaseta Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Êranê, û nabe ji avakirina dewletê kêmtir razî bibe.”
Ew nivîskarê mezin yê turk ku dostê gelê Kurde, di wê baweriyê de ye ku serkirdayetiya Kurdistanê karên baş kirine û dibêje: “Samanên jêrzemînê yên kurdistanê ji xelkê Kurdistanê re ne, lê ez tekez dikim ku pêwîste Kurd di wê piroseyê de xwedî dengê xwe be, gerek biryara yekê û ya dawî derbarê petrolê di destê Kurdan de be, bi baweriya min gerek Bexda berdewam li dervey mameleya li ser petrpla Kurdistanê be, niha baş hat diyar kirin ku Kurd bi tenê dikarin vî karî bikin.”




