Dêrik, Qamişlo û Amûdê li dijî hilbijartinan meşiyan
__2014_06_03_h20m25s33__BA.jpg)
Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Li her sê bajarên Qamişlo, Dêrik û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku îro sibehê destpêkirin derketin, her sê xwepêşandan jî bê astengî derbas bûn.
Li Qamişlo îro 2 xwepêşandanhatin li dar xistin, saet 11 li ber mizgefta Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês li rojhilatê Qamişlo xwepêşandanek destpêkir û di xwepêşandanê de ku li ser banga çend rêxistin û hevrêzên ciwanan bû, xwepêşanderan siloganên li dijî hilbijartinan û rejîma Sûriyê avêtin.
Li bajarê Amûdê jî îro berî nîvro xwepêşandanek li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarxistin û tê de bi heman awayî durşm li dijî hilbijartinan hatin bilindkirin.
Xwepêşanderên Amûdê pankartên wek “na ji bo hilbijartinên xwînê”, “Amûdê wê wefadarê xwîna şehîdan be” û “beşdariya di hilbijartinan de wê hênceta berdewamiya kuştinê bixe destê kujer de” hatine bilindkirin.
Herwiha li bajarê Dêrikî jî û li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) îro saet 10.30 xwepêşandanek ji bo heman mebestê hat lidarxistin.




