26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê beşdarî hilbijartinên Serokayetiya Sûriyê dibe

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Endamekî Polîburoya Partiya Demokrat a Sûriyê (PDK-S) dibêje, li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê sindûqên dengdana Serokomar hatine danîn û tekez kir ku wan ji hevalên xwe xwestiye ku beşdarî van hilbijartinan nekin, lê PYDê dê beşdar bibe.

Beşar Emîn, endamê Polîburoya Partiya Demokrat a Sûriyê (PDK-S) ji KDP.info re got: “Em wek Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê wan hilbijartinan baykot dikin, PYDê jî digot em beşdar nabin, lê Kantonên wan berevajî wê biryarê beşdarî kirin.”

Emîn got jî: “Li piraniya bajar û deverên Rojavayê Kurdistanê sindûqên dengdanê hatine danîn, tenê li parêzgeha Hesekê nêzîkî 700 sendûq hatine danîn.”

Ew endamê Polîburoya Partiya Demokrat a Sûriyê (PDK-S) herwiha got: “PYDê ji xelkê re dibêje hûn azadin di beşdarî kirinê de, ev yek tê wê watayê ku beşdar bin, eger ne wihaye bera nehêlin sendûq li deverên Rojavayê Kurdistanê bên danîn.”

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê, îro sêşema 3-6-2014 seat 7 sibehê destpêkirin, û yek ji namzetan Beşar Esed e. 

Nûçeyên têkildar