26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amed: Astengî ji çalakiya dakên zarokan re derket

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info-Malbatên ku li pêşiya avahiya Şaredariya Mezin a Amedê li gel astengiyan çalakiya xwe didomînin û hatin pêşiya şaredariyê.

Malbatên ku li pêşiya avahiya Şaredariya Mezin a Amedê çalakiya xwe didomînin doh jî hatin pêşiya şaredariyê. Lê belê malbatan dît ku personelên şaredariyê û zabite nahêlin ew derbasî qada çalakiyê bibin û her wiha li vir xebatên hawirdorê jî dest pê kiriye.

Li ser vê malbat derbasî hêla din a rê bûn û xalîçeyên bi xwe re raxistin erdê û dest bi çalakiya xwe kirin.

Li ser navê malbatan Sabrî Onalan daxuyanî da û wiha got: "Çi dibe bila bibe ji bo ku em bigihîjin zarokên xwe em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ji Serokwezîrê me û ji Birêz Selahattîn Demîrtaş hêviya piştgiriyê dikin da ku em bikaribin çalakiya xwe berdewam bikin û bigehîjin zarokên xwe."

Roja 18ê vê mehê 3 dayik li pêşiya şaredariya Amedê çalakiyek li dijî “revandina zarokên wan ji aliyê PKKê ve” li dar xistin.

Nûçeyên têkildar