Beşar Esed li Şamê dengê xwe da

Şam-KDP.info-Namzedê serokatiya Sûriyê Beşar Esed li navendeke dengdanê li paytexta Sûriyê Şamê ligel hevjîna xwe Esmaa Esed dengê xwe avêtin sindoqê.
Serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna xwe li dibistana Şehîd Naîm Mehseranî li taxa el-Malikî ya Şamê dengê xwe avêtin sindoqê.
Di van hilbijartinan de Beşar Esed û 2 nazmedên din rikberiyê li ser posta serokatiyê dikin. Lê çavdêrên siyasî dibêjin ku encamên hilbijartinê aşkere ne û wê Esed wek her car bi zêdetirî 90% ji dengan biserkeve.
Hilbijartinên serokatiya Sûriyê îro saet 7ê sibehê destpêkirin û biryar e heta saet 7ê êvarê berdewam bikin.
Opozîsyona Sûriyê û di nav partiyên Kurd jî dibêjin ku ti şeriyeta van hilbijartinan tine ye û piraniya wan hilbijartin boykot kirine.




