26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Deyvid Romano: Siyaseta Emerîka û Bexdayê rê ji serxwebûnê re vedke

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Mamostayekî zanîngehê li ser siyaseta petrola Iraqê axivî û piştîriya Emerîka ji vê siyasetê re bi nerast da zanîn û tekez kir ku siyareta herdû hikûmetan rêya serxwebûnê ji Herêma Kurdistanê re vedke.

 

Mamostayê bişka siyaseta Rojhelata Navîn li zanîngeha Mîzorî, Deyvid Romano, di daxuyaniyekê de ragihand: “Di henardekirina petrola Herêma Kurdistanê de Emerîka tê ser xetê û dibêje (Em bi bê razîbûna Hikûmeta Bexdayê piştevaniyê li henardekirina petrola Kurdistanê nakin), Emerîka berdewam hizir li ser yekperçeya Iraqê dike, lê wê gelekî baş ba eger Emerîka piştgîriya yekîtiya destûrê kiriba.”

Ew mamostayê zanîngehê herwiha dibêje: “Gerek ji sala 2012 de, hikûmeta Malikî perên wan kompaniyên petrolê ku li Kurdistanê kar dukin dabana, yan eger bûdceya fermanberyên Herêma Kurdistanê nebirîbaya, niha Kurdan bi awayekî serbixwe dest bi henaredkirina petrola nedikir, ya ku cihê matmayînê ye ku Emerîka bi xwe hevkariya danîna destûra Iraqê bûye û niha ew bi xwe vê destûrê piştguh dixe.”

Nûçeyên têkildar