26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Welatên Ewropayî ne li dijî firotina petrola Kurdistanê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Felah Mistefa, berpirsê Fermangeha Peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê dibêje welatên Ewropayî ne li dijî firotina petrola Kurdistanê ne û tekez kir ku heta li Kurdistanê de petrol hebe wê li bazarên Cîhanê jî mişteriyên vê petrola han hebin.

 

Di daxuyaniyeke de ji bo Kurdistantvê berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku welatên Ewropayî ne li dijî henardin û firotina petrola Kurdistanê ne.

Herwiha Mistefa eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn ya Iraqê de mafên xwe yên destûrî bikar aniye û petrola xwe ji derve re şandiye û welatên Ewropayî jî vê yekê dizanin ku Kurdistan tenê mafên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye û ti gaveke nadestûrî neavêtiye.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa eşkere kir ku heta li Kurdistanê de petrol hebe wê li bazarên Cîhanê jî mişteriyên vê petrola han hebin û niha civaka cîhanî sipasiya Kurdistanê dike bo ku dest bi henarde kirin û firotina petrola xwe kiriye.

Nûçeyên têkildar