26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Yildiz: Herêma Kurdistanê serbeste di firotina petrola xwe de

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info-Wezîrê Enerjiyê yê Tikriyê, Taner Yildiz derbarê petrola Herêma Kurdistanê de ragihand ku petrol ya Herêma Kurdistanê û “Ew serbestin di firotina petrola xwe de.”

 

Taner Yildiz di çarçoveya beşdariyê di bernameya Sêyem a Perwerdeyî ya enerjî û petrolê de li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê got: “Tikriyê wek her welatekî din xwedan gav û pêşbîniye û xwedan projeyên taybet e di di warê petrolê de, her welatek jî bijarên wî yên taybet hene.”

Herwiha derbarê petrola Iraqê de ragihand ku: “Tikriyê ne xwedana wê petrolê ye, ji ber ku re dahata ku ji wê petrolê tê bidestixtina dahata Iraqê ye, Iraq serbeste bifroşe çi welatî û dikare bifroşe bazarên petrola Deriya Spî, Amerîka û Çînê.”

Navborî amaje bi kirêya Tikriyê ji veguhestina wê petrolê bo pazarên cîhanê kir û da zanîn ku: “Pereyên kiriya veguhestina wê gelek kême, bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) wê petrolê difroşe kê û çawa difroşe em naçin nav wî karî.”

Wezîrê Enerjiyê yê Tikriyê ragihand “Birayên me yên Iraqî bi pêwerên xwe dahata wê petrolê parve dikin û di encamde Bexda û Hewlêr di navbera xwe de dighin rêkeftinê û Tikriyê di vê bare de berdewam dibe di dîtina rola xwe ya erênî de.”

 

Nûçeyên têkildar