Êran û 8 welatên din dê çavdêriya hilbijartinên serokatiya Sûriyê bikin

Ajans-KDP.info- Serokê komîteya karûbarên derve û asayişa neteweyî di Parlamentoya Îranê de, ragihand ku dê 9 welat ji hevalbendê rejîma Sûriyê çavdêriya hilbijartinan serokomarî li wî welatî bikin.
Sibê, 03.06.2014, hilbijartinên serokomarî li Sûriyê birêve diçin.
Elaidîn Birocirdî Serokê komîteya karûbarên derve û asayişa neteweyî di Parlamentoya Îranê de ragihand ku,dê îro, Duşemê, nûnerên Oganda, Zêmbaboy, Polîviya, Filipîn, Venzuwêla û Tajîkstan ligel şanda Îranê biçin Sûriyê bi mebesta çavdêrîkirina hilbijartinên serokomarî li wî welatî.
Li gor zaniyariyan dê hilbijartinên serokomarî yên Sûriyê li Kantona Cezîrê, ku di Çileya borî de ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatiya damezrandin, birêve biçin.




