26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Petrola ku hat şandin hemû hat firotin û Kurdistan dê bi dahata wê pêdiviyan bidest bixe

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info-Endameke komîteya darayî li Parlamantoya Iraqê eşkere kir ku ew petrola ku hat henarde kirin hemû hat firotin û tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê bi dahata wê petrolê pêdvî û pêdawîstiyên xwe bi dest bixe.

 

Necîba Necîb, endama komîteya darayî li Parlamentoya Iraqê ji KDP.info re got: “Herêma Kurdistanê li hêviya Bexdayê bû ji bo ku bighên rêkeftinekê, lê dema ku Bexda bûdceya Kurdistanê birî, necar ma ku petrola xwe li gor destur bifroşe.”

 

Necîba Necîb got jî: “Niha Herêma Kurdistanê nikare bi dahatê petrola ku difroşe pêdiviyên xwe di dest bixe, lê wek qonaxa yekê dê bikaribe mûçeyê fermanberan bide wan û heta dawiya vê salê jî dê hemû pêdiviyên darayî bi wê dahatê dabîn bike.”

 

Ew endama komîteya darayî herwiha red kir ku tu dewletekî gotibe em petrola Kurdistanê nakirin û got: “Heta Herêma Kurdistanê bo fiotina petrolê rêkeftinê ligel kompaniyan neke, tu petrolê naşîne bazarên cîhanê, lewra ew petrola ku hatiye şandin hemû hatiye firotin, ji ber ku welatên Ewropayê gelekî pêwîstiya wan bi petrolê heye.”

Nûçeyên têkildar