Berpirsê liqa PDKê li Kerkûkê: Madeya 140 neyê bi cîh anîn dê helwîsta me hebe

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê liqa 3 ya Partiya Deomkrat a Kurdistanê (PDKê) li Kerkûkê dibêje, eger madeya 140 neyê bi cîh anîn, dê helwîsteke wan ya cidî li himber Bexayê hebe, û ew yek jî diyar kir ku Bexda xwe ji wê madeya destûrî direvîne.
Mihemed Kemal, Berpirsê liqa 3 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Kerkûkê ji KDP.info re got: “Divê vê carê mijara madeya 140 ligel Bexdayê bi cidî yek alî bibe, ji ber ku heta niha ya ku kurd û xelkê Kerkûkê li hêviya wê bûn li ser bingeha destûr û yasa bû, niha jî eger Bexda xwe ji bi cîhanîna wê madeyê bidize, dê helwîsta me ji xaniqînê heta Zaxo hebe, bi awayekî ku çend bijarteyên din li pêşiya me ne ku em ê di dema xwe de wana eşkere bikin, ji ber ku ew helwîsit bi Herêma Kurdistanê ve girêdaye.”
Kemal got jî: “Kurdistan tehemula merkeziyeta Bexdayê nake eger bi vî awayê reftar ligel madeya 140 bike, lewra em li hêviya Bexdayê na rawestin ku bi kêfa xwe dest bi gavên cîhbicîanîna wê madeyê bike.”




