Çekdarên PYDê kadirekî PDK-Sê bin çav kirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê çekdarên ku bi ser (PYD) ve tê naskirin, hat girtin.
Duh yakşema 31/5/2014 saet 12.30 şevê çekdarên PYDê avêtin ser mala kadirê PDK-Sê Ebdulrehman Mişo li Dêrikê û ew û otombîla wî ber bi cihekî nediyar ve birin.
Ebdilrehman Mişo di fermangeha nifûsê de kar dikir û ew ji aliyê rijêma Esed ve ji karê xwe hatibû dûrxistin.
Tê zanîn ku di vê dema dawî de rewşa bajarê Dêrik gelek ne aram bûye û gelek kes li Dêrikê têne revandin beriya 2 rojan jî kesek bi nave Mihemed Îd hisên hatiye revandin û beriya wî jî 2 kes bi nave Omer Nûrî û Umran Salih Osê û azad şêrzad Yeqûb hatine revandin û hê çarenivîsa wan ne diyare .




