Geştên asmanî yên Hewlêr û Tunisê destpê kirin

Hewlêr-KDP.info-Îro bi fermî geştên asmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tunisê destpê kirin.
Bo cara yekem geştên asmaniya navbera Hewlêr û Tunisê îro bi fermî destpê kirin û biryare sibê jî komcivîna abûrî ya Hewlêr û Tunisê were lidarxistin.
Serokê odeya bazirganiya Kurdistanê Dara Celîl Xeyat ragehand ku îro bi fermî geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Tunisê de destpê kirin û di yekem geşt de hijmareke zêde karsaz û pîşesazên Tunisî serdana Kurdistanê dikin.
Xeyar herwiha eşkere kir ku ev geştên han vê her hefte du rojan berdewam bin.
Nav hatî anî ziman ku roja duşemê vê li Helwêrê jî bo cara yekem komcivîna abûrî ya navbera Hewlêr û Tunisê destpê dike û tê de behsa çawetiya bihêztir kirina peywendiyên abûrî û bazirganiya navbera her du aliyan tê kirin.




