25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Du kurd bûn endamên yedek ên Parlamentoya Ewropayê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) de, 2 namzedên kurd bûn endamên yedek ên PEyê.

 

Hilbijartinên PEyê 25ê Gulana îsal li Swêdê hatin lidarxistin. Di hilbijartinan han de 6 kurd li ser lîsteya partiyên cur bi cur ên Ewropayê bibin namzedên PEyê.

 

Piştî encamên dawî yên hilbijartinan hat eşkerekirin derket holê ku ti kurdek yekser derbasî PEyê nebûye tenê 2 namzedên kurd bi navên Kurdo Baksî û Evîn Încîr karîne bibin endamên yedek ên PEyê.

 

Di hilbijartinên PEyê de jibilî wan 6 namzedên kurd, 3 namzedên asûrî-suryanî jî beşdar bibûn lê wan jî nekarîn derbasî PEyê bibin.

 

Parlamentoya Ewropayê ji 736 endaman pêk tê ku nûnertiya 25 welatên Ewropî dikin.

 

Nûçeyên têkildar