26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Agirî û Norşînê hilbijartinên şaredariyê bi rêve çûn

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info-Li bajarê Agirî û li navçeya Norşînê ya Bedlîsê yên Bakûrê Kurdistanê ku hilbijartina heremî ya tên dubarekirin di bin dorpêçkirina polîsan de, îro bi rêve çûn.

 

Îro yekşemê hilbijartin li bajarê Agirî û li navçeya Norşînê ya Bedlîsê yên Bakûrê Kurdistanê dest pê kir.

 

Hemwelatî ku serê sibê saat 07.00an de ji bo deng bikar bînin çûn ser sandoqan, parêzerên girêdayên baroyên heremê û parlementerên HDP’ê jî dibistanan digerin.

 

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê hilbijartinan birêve çûn, welatî ji serê sibê ve çûn ser sindoqan û dest bi karanîna dengan kirin.

 

Li tevahiya navçeyê polîsan tedbîrên gelek dijwar girtin. Polîsan derdora Konaxa Hikûmetê bi parîqatan girt û TOMA lê bicih kirin. Ji bajarên derdorê gelek polîs anîn navçeyê û bi TOMA û wesayîtên zirxî li nokteyên cuda hatin bicihkirin.

 

Piştî ku li 30 adarê 2014 hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê birêve çû û ji ber giliyên aliyan li 14 navçe û bajarên Tirkiyê , encamên hilbijartinan nehat pesed kirin û ji aliyê desteya bilind a hilbijartinên Tirkiyê biryara dubare encamdana hilbijartinan hate dayîn.

 

 

Nûçeyên têkildar