Cîgirê Erdogan: Nabe Bexda bûdce û mafên Kurdistanê qut bike

Ajans-KDP.info-Bulent Arinç, cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê, ragihand ku Nabe Bexda bûdce û mafên Kurdistanê qut bike.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku di destpêkê de pêwendiyên Tirkiye û Iraqê baş bû lê ji ber siyaseta Malikî ya xelet ev pêwendî aloz bûne. Arinç, piştgirî da hinartina nefta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re û ragihand, dibe ku di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê de hinek nakokî hebin lê ev nayê wê wateyê ku divê bûdceya herêmê were birrîn û mafên wê neyên dayîn.
Berdevkê Hikûmetê, li ser pêwendiyên navbera Enqere-Bexdayê û Bexda-Hewlêrê de jî got, ez bawer nakim Malikî êdî bikaribe siyaseta xwe ya cihêker bide meşandin çimkî hikûmeta nû dê bi tevlîbûna sunnî, şîe, tirkmen, kurd û ereban pêk were.
Bulent Arinç, li ser kirîza hinartina nefta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re jî got, Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) dixwaze nefta xwe bifroşe lê li ser vê yekê di navbera hikûmeta navendî û herêmê de nakokî hene. Helbet ev nakokî dê bên çareserkirin lê ev nayê wê wateyê ku bûdce û mafên herêma Bakûrê Iraqê neyên dayîn.
Herwiha cîgirê Erdogan, da zanîn ku Herêma Kurdistanê dixwaze bi Tirkiyê re li ser firtona nefta xwe rêkeftinê îmze bike lê heta niha ev rêkeftin nehatiye îmzekirin û tenê lihevkirin çêbûye û diyar kir, hinartina nefta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re bi sûda Tirkiyê ye jî.




