Felah Mistefa:Papa siyaset û gavên niha û pêşeroja Kurdistanê bi rewa dibîne

Hewlêr-KDP.info-Felah Mistefa, berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, serdana Serok Barzanî bo Vatîkan û civîna wî ligel Papa gelegî bi girîng tê dîtin, Mistefa diyar jî kir ku Papa, seqamgîrî û pêşketina Herêma Kurdistanê bilind nirxanid û siyaset û gavên niha û pêşeroja hikûmeta Herêmê bi rewa dibîne.
Derbarê serdana Serokê Kurdistanê û hevdîtina wî bi Papa re, berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Cih û pêgeha Papa li cîhanê de bi giştî girînge, lewra hevdîtin û serdanên bi vî awayî bi girîng tên dîtin, ne tenê li ba me Kurdan, lê belê heta welatên cihanê jî, lewra gava me ligel nûnerên civaka navdweletî behsa wan hevdîtinan kir, hemûyan bi gaveke girîng dan zanîn, ji ber ku ew bêgeha Papayê Vatîkan bi başî nas dikin.”
Felah Mistefa got jî: “Xala girîng ya cihê dilxweşiyê ew e ku qedasetê Papa pêş ku bibe papa, haya wî ji êş û nexweşiyên gelê Kurd hebû ku cihê dilxweşiyê ye kesayetiyekî bi vî astê haya wî ji rewşa miletê Kurd hebe û ji cenabê serok gotiye ku haya wî ji aramî û seqamgîrî û pêşketina Herêma Kurdistanê heye, û destxeşî li Serok Barzanî kir bo pêşketinên zêdetir li ser pirsên aştiyê û pêkvejiyanê û diyalogê.”




