Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê serdana Qamişlo kir û PYDê dibêje Rojava hatiye azadkirin
__2014_05_31_h20m30s2__BA.jpg)
Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Fehid Casim El-Firêc ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îdîa kir ku parêzgeha Heseke Erebî ye û ew dest ji bostek axa Sûriyê bernadin.
Fehid Casim El-Firêc bi rêya balafirgeha Qamişlo hat bajêr û ji aliyê parêzgarê Hesekê, berpirsên leşkerî û ewlekariyê û yên Partiya Baasê ve hat pêşwazîkirin.
Armanca serdana El-Firêc bo agehdariya amadebaşiya hêzên Artêşa Sûriyê li parzêgeha Heseke û Kantona Cezîrê bû. Navhatî ji leşkeran re got ku wî silavên ji dil û giranbuha yên Esed ji wan re anîne.
Wezîrê Berevaniyê di serdana xwe de wiha axifî: “Xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtiya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan planan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de fitnê derxînin holê.
Bajarê Qamişlo, wek paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û heta niha di bin destê rejîma Sûriyê de ye û çendîn car wezîr û rayedarên pile bilind ên rejîma Sûriyê serdana wî bajarî kirine, lê PYDê dibîje ku partiya wan Rojavayê Kurdistanê azad kiriye, û ev daxuyaniyên wan berevsjî serdan û daxuyaniyên serkirdeyên rejîma Beşar Esedin.




