26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêzîkî 75 dayik ji PKKê dixwazin ku zarokên wan vegerîne

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Roja 18ê vê mehê 3 dayik li pêşiya şaredariya Amedê çalakiyek li dijî “revandina zarokên wan ji aliyê PKKê ve” li dar xistin û her ku diçe hejmara wan dayikan zêde dibe. Îro şemiyê hejmara malbatên ku ji PKKê dixwazin zarokên wan vegerîne gihişte 75 malbatan.

 

Ew malbat û dayikên zarokan li bajarên Amed, Qers, Erzerom, Mêrdîn û Izmîrê çalakiyên xwe li dar dixin û dixwazin zarokên wan vergerin.

 

Du dayikên soz ji hevserokê BPDê Selahedîn Demîrtaş biribûn ku zarokên wan vegerîne, çalakiya xwe bi dawî anîn.

 

Sariye Tokay yek ji wan dayikane ku ajansa Cihanê re ragihand ku ew çalakiya xwe bi dawî nayênin heta ku PKKê zarokên wan venegerîne.

 

Roja înê, beşek ji wan dayikan nameyek şandin û ji PKKê xwestin ku helwesta wan li hember çalakiyê hebe û zarokên wan vegerîne.

 

Duh jî Platforma Biratiyê ya Qeyseriyê tevlî çalakiya dayikan bû û ragihand ku ewê jî piştgiriya dayikan bikin heta ku zarokên wan vegerin.

 

 

Nûçeyên têkildar