Serokê Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê arasteyî YNK kir

Hewlêr-KDP.info- Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 39emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê arasteyî polîtburo û serkirdayetî û endam û alîgirên YNK dike.
Serok Barzanî di peyama xwe de gotiye: “Bi boneya 39emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê germtirîn pîrzbahî li birayên xwe cîgirê sekreterê giştî û endamên politburo û encûmena serkirdayetiya û hemû kadir û alîgirên YNK dikim.”
Di beşek din a peyama xwe de serokê Herêmê hêviyên xwe aniye ziman ku ev yade bibe handerek bo yekxistina şiyanên xwe bo bihêzkirina seqamgîrî û geşandina welat û xortkirina yekrêziya hemû aliyên siyasî bo berevanîkirina li mafên rewa ên gelê Kurdistanê.
Serokê Kurdistanê got: “Xebat û qurbanîdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo bicîanîna destkeftên niha yê Kurdistanê berpirsyartiyek giring û dîrokî dixe ser mile hemû aliyan ku pêkve kar bikin bo parastina û pêşvebirina ezmûna siyasî û hukimranî û dabînkirina jiyanekî aram û asude bo welatiyên Kurdistanê bikin.”
Li dawiya peyama xwe Serok Barzanî got: “Bi vê bone hêviya başbûnê bo birayê xwe yê berêz cenabê sekreterê giştiyê YNK Mam Celal dixwazim û hêvîdarim ku di zûtirîn dem de vegere nava me.”




