Mesrûr Barzanî peyameka pîrozbahîyê arasteya hemû kurdên Êzdî kir

şîretkarê Encumena Asayîşa Netewîya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Çêleya Havînê ya xweşik û birayên Êzdî peyameke pîrozbahîyê pêşkêşa Serok û Endamên encumena Rûhanîya Êzdîyan û tevahîya xweşik û birayên Êzdî kir.
Ev jî tekesta vê peyamnê ye;
Birêz Serok û Endamên encumena Ruhanîya Êzdîyan silavên gerim li we bin, bi boneya hatina Cejina Çêleya Hawînê pîrozbayîyên herî gerim bi germahîya Çêleya Hawîna Kurdistanê pêşkêşî Gelê Kurd bi giştî û xweşik û birayên Êzdî bi taybetî dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, ev Cejin û tevahîya rojan bi xêr û xweşî bo Gelê me derbas bibin.
Kurdên Êzdî di nava Dîrokê de ji bo dost û neyarên Gelê Kurd ev yek îsbat kirine ku, birastî hilgirên bîr û bawerîyên resen yên Kurdatîne û her çend jî zext û sîyasetên biereb kirinê li dijî wan hatine bikaranîn lê nikarîne ku, bi ti awayî peyvendîyên wan yên netewî û resenatî bixe bin bandora xwe lê berevajî rojbiroj hest û dilsozîya Kurdên Êzdî bo ax û neteweya xwe bihêztir kir û bi vê rengî jî tevahîya planên neyaran pûç kirin.
Careke din Cejna Çêleya Hawînê li tevahîya we pîroz dikim û hêvî dikim bi kêfxweşî di bin sîya Kurdistana azad û biewle de merasimên xwe organîze bikin.
Xwedê mezin Gelê Kurdistanê ji her nexweşîyekî biparêze û tevahîya rojên we Cejin û xweşî û şadî bin.
Birayê we
Mesrûr Barzanî




