26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Airnç: Em ê çekan ji holê rakin

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info- Bulen Airnç, cîgirê Serokwezîr Tirkiyê diyar kir ku ewê çekan ji holê rakin û li Tirkiyeyê dê êdî siyaset hebe û Pêvajoya çareseriyê dê dewam bike.

Cîgirê Serokwezîr Tirkiyê, Bulen Airnç got: "Pêvajoya çareseriyê dê dewam bike. Biratiyê çêbibe. Pêvçûn dê biqede."

Arinç got ku hikûmet hewl dide ku pirsgirêka 100 salî çareser bike. Ev jî pirsgirêka kurdan û qedandina terorê ne. Arinç diyar kir ku CHP û MHP jî li dijî çareserkirinê vê pirsgirêkê ye.

Bulen Airnç, cîgirê Serokwezîr Tirkiyê got: “Mirovên ku di vê mijarê de li dijî me ne, li dijî aştiyê ne jî û hewl didin ku pêvajoya çareseriyê têk biçe. Em tena serê xwe man. Pêvajoya çareseriyê dê dewam bike. Biratiyê çêbibe. Pêvçûn dê biqede. Emê çekan ji holê rakin, Ewlad dê bigihîjin dê û bavên xwe û li Tirkiyeyê dê êdî siyaset hebe. Ji bo ku teror biqede em ketin binê barekî. Divê em di binê vî barî de nemînin. Welatiyên me pişta pêvajoyê dikin û destekê didin.”

Nûçeyên têkildar