26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Gul: Hinartina petrola Herêma Kurdistanê li gor destûr e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Abdullah Gul Serokomarê Tirkiyê ragihand ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê li gor destûra Iraqê ye û ti pirsgirêkan ji Iraqê re çênake.

 

Li gor ajansa AA, Serokomar Abdullah Gul destnîşn kir ku bandora tengasiyên ku gelê Iraqê dikşîne li ser Tirkiyeyê heye û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku li Iraqê îstiqrar hebe û Iraq dewleteke wisa be ku çavkaniyên wê yên siruştî kêrî welatiyên wê were û ji bo welatiyên xwe van çavkaniyan bi kar bîne.”

Gul diyar kir ji ber ku li Iraqê ji aliyê rêvebiriyê ve îstiqrarek tuneye, hin qanûnên bingehîn ji Meclisa Iraqê derbas nabin. Yek ji van jî qanûna der heqê kontrola neftê de ye.

Serokomar Gul wiha axivî: “Li ser dahata ku dê ji neftê were, nîqaş hene. Divê vejen bê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de hevdîtin hatin kirin da ku ev vejen, neft, gaz li ser Tirkiyeyê re neqlî Ewropayê bibe. Ji bo vê mijarê destûra bingehîn a Iraqê dê bê şopandin. Li gor destûra bingehîn a Iraqê ji dahatê sedî 84 para hikûmeta nevendî, ya din jî para Herêma Kurdistanê ye. Der heqê vê de destûra bingehîn a Iraqê çi bijê dê li gor wê bibe.” 

Nûçeyên têkildar