Felah Mustafa, Ehemed Dawudoglo bi Vîsaya Iraqê seredana herêmê kirîye

Fermangeha pêwendîyên derveyê hukûmeta herêma Kurdistanê, di bersiva beyannameya wezareta derveya Iraqê de, ku di evê beyannameyê de bê hayadarîya xwe ji bo hatina wezîrê derveyê Turkîya bo herêma Kurdistanê ragihandinîy.
Li ragihandinekê de, berpirsê fermangeha pêwenîyên derveyê hukûmeta herêma Kurdistanê Felah Mustafa ku duhî 03/08/2012 belavkirîye û tê de xuyakirin, ku wezîrê derveyê Turkîya Ehmed Dawudoglo paş birina vîsa ya Iraqê ji balîyozxaneya Iraqê li Turkîya seredana herêma Kurdistanê kirîye, bi birina evê vîsayê jî dikare her cihekî seredana her cihekî bike.
Herweha di evê beyannameyê de da nîşandan, ku herêma Kurdistanê herdem rêz li serwerîyê Iraqê digire, ji ber ku herêma Kurdistanê pişkeke ji Iraqê û gelê Kurdistanê pişkeke ji gelê Iraqê.
Felah Mustafa daxwaz ji berpirsên hukûmeta Baxdadê kir, ku van mijaran bi asayî bibin û dûr ji alozîyê, ji ber ku Turkîya welatekî cîrana Iraqê ye girînge û pêwendîyekî bi hêza dîrokî û aborî digel Iraqê heye, ev seredana han jî di berjewendîya herdu alîyan de ye.




