26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Husên: Eger Bexda îradeya gelê Kurdistanê qebûl neke dê referandom were kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistatnê, diyar kir ku danîna ala Kurdistanê di hevdîtinên Barzanî yên ligel rayedarên Îtaliya û Vatîkanê de tê wateya qebûlkirina gelê Kurdistanê. Husên.

 

Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Îtaliyayê de piştî Wezîra Derve ya wî welatî bi Papayê Vatîkanê re jî hevdîtin pêk anî. Hat gotin ku di her du civînan de jî ala Kurdistanê li kêleka ala Îtaliya û Vatîkanê hatiye danîn.

 

Li ser naveroka hevdîtinên Serok Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, ku bi Barzanî re çûye Ewropayê, li ser danîna ala Kurdistanê li kêleka alên welatên Ewropa got, danîna ala Kurdistanê peyameke bo hemû aliyan tê wateya qebûlkirina gelê Kurdistanê her wiha peyameke bo dijberên gelê Kurdistanê.

 

Herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser lidarxistina referandomê jî got, di hevdîtinan de Serok Barzanî ji rayedarên Ewropayê re gotiye, şandeke Herêma Kurdistanê dê here Bexdayê da ku di çarçoveya destûrê de bi hikûmeta Iraqê re bigihîje çareseriyekê lê eger ev yek pêk neyê wê demê gelê Kurdistanê dê referandomê li dar bixe.

 

Dr. Fuad Husên, diyar kir, lê ya girîng di vir de armanca û mijara pirsa referandomê ye û divê ev baş bên şirovekirin û amadekirin, helbet dema referandom hat kirin jî dê nûnerên saziyên navdewletî bên vexwendin.

 

Nûçeyên têkildar