26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel wezîra derve ya Îtaliyayê û Papaya Vatîkanê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Îtaliya-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Papaya Vatîkanê û wezîra derve ya Îtaliyayê li Romayê civiyan.

 

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îtaliyayê îro îna 30/5/2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Paytexta wî welatî Romayê de ligel wezîra derve Federica Mogherini civiya.

Di hevdîtina han de Serok Barzanî û Mogherini behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê û herwiha mekanîzimên pêwîst bo berfiretir kirina peywendiyên han kirin.

Di berdewamiya hevdîtina Serok Barzanî û Mogherini de rewşa siyasî ya Iraq û deverê hate nîqaşkirin.

Piştî bi dawî hatina vê hevdîtina han Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Papaya Vatîkanê jî kir û di hevdîtina xwe ya li gel Papayê de jî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê kirin.

Serok Barzanî û Papa behsa rewşa jiyana pêkhateyên din ên olî yên li Kurdistanê û herwiha çanda bihevre jiyana pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê jî hate kirin.

Nûçeyên têkildar