Hîwa Mîrza: serokê Herêma dikare bibe cemserek bo vekomkirina hemû alîyan
Endamê polîtburoya yekgitîya Îslamîya Kurdistanê Hîwa Mîrza Sabîr ragihand, ku serokê herêma Kurdistanê alîyeke bi dengdanê hatîye û hemû wî wek serokê herêma Kurdistanê pê razîne, weha jî dide nîşandan, ku serokê herêma Kurdistanê wek cemserekîye ji bo vekomkirina hemû alîyekî.
Hîwa Mîrza Sabîr di derbarê vekombûna evê dawîyê yên alîyên Sîyasî herêma Kurdistanê digel serokê herêma Kurdistanê eve daxuyakirin, ku serokê herêma Kurdistanê bi dengdanê hatîye û hemû wî wek serokê herêma Kurdistanê pê razîne, weha jî dide nîşandan, ku serokê herêma Kurdistanê wek cemserekîye ji bo vekomkirina hemû alîyekî.
Di derbarê pêwendîyên navbera KDP û Yekgirtîya Îslamîya Kurdistanê ragihand, ku em wek yegirtîya Îslamîya Kurdistanê ji destpêkêve stratjîya me weha bû ku pêwendîyên me bi hemû alîyan re xweş be, em digel KDP ji sala 1996 di hukûmetê de pişkdarî kirîye, em berdewam bûn, herdem jî me xwestîye di asteka baş de be û alîyên din jî dizanîn ku di asteka baş de ye.
Di derbarê rewşa Sûrîya, Mîrza weha da nîşandan ku, ew wek Yegirtîya Îslamîya Kurdistanê piştevanîya gelê Sûrîya dikin, bi taybetî piştevanîya gelê kurd li Sûrîya dikin da ku bikarbin bigihên bi mafên rewayên xwe wek pêkhateka serekî li Sûrîya.




