26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Kurd konfederalîzm an jî bi rêyên din çarenivîsa xwe diyar bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa tekez kir ku eger Bexda helwesta xwe neguherîne dê Kurd konfederalîzm an jî bi rêyên din çarenivîsa xwe diyar bikin.

Felah Mistefa ragehand ku divê sîstema federal wek pêwist birêve here û got: “Di sîstema federalîzmê de zordestî nîne. Eger di nav Kurd û Ereban de wekhevî nebe, rewş wiha berdewam nake. Hikûmeta ku dê li Bexdayê ava bibe şensê dawîn e. Em ê bibînin ka hikûmet di navbera hevwelatî û herêman de wekheviyê pêk tîne yan na.”

Mistefa wiha axivî: “Eger Bexda helwesta xwe neguherîne li gor destûra bingehîn dê Kurd çarenivîsa xwe diyar bikin. Em ê herin referandûmê û bibînin ka Kurd konfederalîzmê yan rêyeke din hildibijêrin. Em dixwazin bi Iraqê re bin, lê eger pirsgirêk û alozî çareser nebin em ê konfederalîzmê îlan bikin.”

Felah Mistefa derbarê rewşa siyasî ya İraqê û paşeroja Kurdan de ji AA’yê axifî û got: ‘‘Hikûmeta navendî ya Iraqê firotina neftê asteng dike û rê li ber pêşketina Kurdistanê digire. Bexda dixwaze Kurd dakevin asta xwe ya berî sala 2003’an. Rayedarên Iraqê li beramberî Kurdan bê tehemûl in. Di sîstema federal de hikûmet meaşê welatiyan nabire. Ev şerê bê tehemûliyê yê li dijî Kurdan. Li hemberî Kurdan neheqî û zilmeke mezin tê kirin.”

 

 

“Em ketin nav nexşeya enerjiyê ya cîhanê”

Mistefa diyar kir ku Kurdistan ketiye nav nexşeya enerjiyê ya cîhanê û wiha pêde çû: “Ji bo em bibin çavkaniyeke cihê baweriyê ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê em neftê dişînin dinyayê. Em li gor destûra bingehîn tevdigerin. Raya navneteweyî jî vê siyasetê erênî dibîne.”

Mistefa destnîşan kir ku hikûmeta Bexdayê ji bo rawestandina firotina petrolê di qada navneteweyî de doz vekirine û dê ev doz bi ser nekevin. Mistefa diyar kir ku li gor rewşa giştî ya li Iraqê Kurdistan di warê binesazî, hawirdor û projeyên enerjiyê de li dinyayê tê teqdîrkirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Em tenê ji budceya Iraqê ji sedî 10 werdigirin. Bi vêna me herêma xwe pêş xist. Diplomatên ku tên Iraqê û li Herêma Kurdistanê digerin kêfxweşiya xwe tînin ziman. Ev jî serkeftina hikûmeta me ye. Iraq di warê binesazî, elektrîk, enerjî û projeyên xizmetguzariyê de bi ser neket. Rêvebirên li Bexdayê dixwazin Kurdistan jî paş keve.”

 

 

“Kurd dê bi hev re tevbigerin”

Mistefa tekez kir ku di hikûmeta nû de wê partiyên Kurdan bi hev re tevbigerin û got: “Rêvebiriya Bexdayê dixwaze yekîtiya Kurdan têk bide. Herwiha îdiayên ku dibêjin dê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran di hikûmeta Nûrî Malikî de cih bigirin beşek ji şerê psîkolojîk e ku bi rêya medyayê tê meşandin.”

Mistefa bal kişand ser meseleya Kerkûkê jî û got ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, divê Bexda êdî Kerkûkê jibîr bike. Mistefa wiha axivî: “Ez li pişt gotinên xwe me. Divê Amerîka bê deng û bê alî bisekine. Gotinên min beşek ji nerînên hikûmeta Kurdistanê ne. Amerîka dixwaze em Bexdayê razî bikin. Lê bila carekê jî ew ji Bexdayê daxwaz bikin û guşarê bixin ser wan. Me di serdanên xwe yên li Washingtonê de got ku divê li Kurdistanê siyaseteke şefaf bimeşînin. Derdekî me bi Bexdayê re nîne.”

Mistefa destnîşan kir ku Amerîka dixwaze mijara petrolê li gor berjewendiyên herdu aliyan çareser bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî me Amerîka bê alî namîne. Lewra Bexda 6 meh e maşên karmendên Kurdistanê dibire. Rayedarên Amerîkayê di vê mijarê de bêdeng man. Berdevka Karên Derve Marîa Harf û rayedarên din çima bêdeng man, çima reaksyon nîşan nedan. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî başiyek kir û rojane 100 hezar bermîl petrol da Bexdayê, lê Bexda gavên erênî navêje.”

Basnews

 

Nûçeyên têkildar