Serok Barzanî: Eger daxwazên me neyên bicîh anîn, wê demê Kurd hin bijardeyên din hildibijêre

Îtaliya-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel Encûmena Pîran ya Îtaliyayê, dibêje eger daxwazên destûrî yên gelê Kurd neyên bicîh anîn, wê demê Kurd hin bijardeyên din hildibijêre.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îtaliyayê de îro piştînîroya pêncşemê 29.5.2014 Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel de, ji aliyê Serokê Encûmena Pîran ya Îtaliyayê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de ku heyeta Kurdistanî yaku ji her yek ji Fûad Hûsên, Serokê dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, berpirsê peywendiyên derve yên Kurdistanê û Xalid Cemal Elbêr, birêveberê karûbarên Mesîhiyan ya wezareta karûbarên olî û Rêzan Qadir, nûnera hikûmeta Kurdistanê ya li Îtaliyayê jî tê de amade bûn, Serokê Encûmena Pîran kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han û peywendiyên navbera Kurdistan û hikûmeta Îtaliyayê diyar kir.
Pişt re di vê hevdîtina han de rewşa Kurdistan, Iraq, deverê û çend babet û pirsên din jî hatin nîqaşkirin û hilbijartinên Parlementoya Iraqê û encamên wan jî hatin şîrovekirin û bal li ser prosesa damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê jî hate kêşandin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokê Herêma Kurdistanê behsa hilbijartinên Parlementoya Iraqê û encûmena parêzgehên Kurdistanê kir û got: Heyeteke hevbeş ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo beşdarî kirin di danûstandinên pêk anîna hikûmeta nû ya Iraqê de hatiye damezrandin.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola kompaniyên Îtalî yên li Kurdistanê de kir ku di warê buniyadnana abûriya Kurdistanê de roleke girîng dîtine û rola kompaniyên han bi girîng wesif kir.
Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de behsa rewşa pêşeroja Iraqê û herwiha ev senariyoyan kir ku derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê de giftûgo li ser wan tê kirin û tekez li ser wê yekê kir ku gelê Kurd hewl bo wê yekê dide daku encamên wan danûstandinan li gor destûra bingehîn ya Iraqê bin û eger daxwazên destûrî yên gelê Kurd neyên bicîh anîn wê demê gelê Kurd dê bijardeyên din bikar bîne.




