25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û komîteya peywendiyên derve ya Îtaliyayê rewşa Penaberên Rojava jî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Îtaliya-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re ligel Serok û endamên komîteya peywendiyên derve ya Senatoya Îtaliyayê re civiya û di wê civînê de rewşa Penaberên Rojava jî gotûbêj kirin.

 

Di çarçoveya serdana xwe ya bo welatê Îtaliyayê de îro pêncşema 29.5.2014 Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re ligel Serok û endamên komîteya peywendiyên derve ya Senatoya Îtaliyayê re civiya.

Di civîna han de Serok Barzanî derbarê rewş û pêşhatên siyasî yên Kurdistan û Iraqê de gotarek pêşkêş kir û pişt re jî bersiva pirsên derbarê pêşeroja Iraqê, peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê û herwiha rewşa Penaberên Sûriya û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê endamên komîteya peywendiyên derve hatibûn pirsîn da.

Pişt re behsa rewşa wan Mesîhiyan hate kirin ku ji ber alozbûna rewşa xwe ji deverên din yên Iraqê koçber bûne û hatine Kurdistanê û Serok Barzanî got: Ew Mesîhiyên han jiber gefên terorîstan û alozbûna rewşa ewlekarî hatine Kurdistanê û siyaseta Kurdistan jî ya li hember Mesîhiyan beşeke ji çanda gelê Kurd û bingeha vê siyaseta han çanda bihevre jiyan û lêbûrînê ya gelê Kurde.

Ji aliyê xwe ve, Serok û endamên komîteya peywendiyên derve ya Senatoya Îtaliyayê, ev siyaset û helwîsta Kurdistanê bilind nirxandin û gotin: Ev yek nîşana wê yekê ye ku, Serokê Herêma Kurdistanê nêrîneke waqiyî derbarê rewşa Kurdistan, Iraq û navçeyê heye.

Nûçeyên têkildar