25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Yildiz: Kurdistan rojane nêzîkî 120 hezar bermîl petrol dişîne derve

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-  Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê, Taner Yildiz ragihand ku ji îro pêncşemê de Herêma Kurdistanê her roj nêzîkî 120 hezar bermîl petrol di rêya boriya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê re wê bişîne derve.

 

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Taner Yildiz di daxuyaniyekê de ragihand ku “Herêma Kurdistanê her roj wê navbera 100 heta 120 hezar bermîl petrol di rêya boriya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bişîne derve”.

Yildiz herwiha got ku hîn hinartina petrola Kerkûkê di rêya Tirkiyê re rawestiyaye. Derbarê gefên Bexdayê de ku ewê li hember firoştina petrola Herêma Kurdistanê kompaniyên Tirkiyê ceza bike de, Taner Yildiz diyar kir ku heta niha tiştekî wiha çênebûye.

Roja 22yê gulana 2014an firoştina petrola Kurdistanê li bazarên cîhanê destpêkir.

 

Nûçeyên têkildar