Beşîkçî: Divê Kurd li ser wê yekê bisekinin ka çima tu statuyeke wan nîne

Bi amadebûna Hêmin Hewramî berpirsê peywendiyên derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmarek rewşenbîr û akademîsyenên Kurd, Zanîngeha Selahedîn Doktoraya Fexrî da nivîskar û civaknasê dostê gelê Kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî.
Doh 28/5/2014 li Hewlêrê di merasîmekê de, Zanîngeha Selahedîn Doktoraya Fexrî da nivîskar û civaknasê dostê gelê Kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî. Di merasîmê de Beşîkçî jî sipasiya Zanîngeha Selahedîn û gelê Kurd kir û behsa girîngiya azadiya ramanê kir.
Beşîkçî li ser girîngiya zanistê di zanîngehan de rawestiya û tekez ku divê îdeolojiya fermî were rexnekirin û Kurd li ser wê yekê bisekinin ka çima nifûsa wan zêdeyî 40 milyon kes dibe û tu statuyeke wan nîne.Beşîkçî got ku çênabe kes li ser fikr û nerînên xwe bên darizandin û divê azadiya ramanê hebe.
Îsmaîl Beşîkçî behsa azadiya ramanê li welatên Rojava û yên Rojhilata Navîn kir û wiha axifî: ‘’Li welatên Rojava mirovan di manastir ê dêran de ilm û zanist afirandin lê li Rojhilata Navîn li ser helal û heram radiwestin. Wate li Rojhilata Navîn, Îsraîl ne di nav de mirov nikare qala azadiya ramanê bike û azadiya ramanê hatiye binpêkirin.’‘
Hêjayê gotinê ye Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hemû amadekariyek ji vê serdana Beşîkçî re kiriye, Beşîkçî dê li zanîngehên herêmê çend semîneran bide. Semîner dê li Zanîngeha Silêmaniyê, Zanîngeha Hewlêr, Zanîngeha Soran û Zanîngeha Duhokê bên dayîn.




