26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê Dihokê pêşwaziya parêzgarê Şirnexê kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Îro çarşemê Temer Remedan parîzgerê Dihokê pêşwaziya şandeke bilind ya parêzgeha Şirnexê, bi serokayetiya Hesen Aybik parêzgerê Şirnexê kir.

 

Di hevdîtinekê de bi amadebûna rêveberê komelgeha Ibrahîm Xelîl û rêveberê giştî yê rêk û piran li parêzgeha Dihokê û şandeke şarezayên gumrikê yên welatê Tirkiyê û çend parlamantarên Tirkiyê gengeşe û dan û standin li ser çawaniya vekirina dergehekî din li komelgeha Ibrahîm Xelîl û danana pira sê yê hatekirin.

Layenên endazeyîû hunerî ji aliyê herdû aliyan ve hatine behskirin bo wê çendê bi rengekî rêk û pêk pira sê yê di navbera herdû aliyan de bê avakirin daku xizmeta bizava aburî û bazrganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de xurtir lê bê û bibe egera zêdebûna lêk guhertina bazrganî û bi asankirina hatin û çûnê li dergehê navhatî ku nuke bi kujmê 12 milyar dolaran lêk guhertina aburî û bazrganî di navbera Herêmê û Tirkiyê de dihêtekirin û rojane nêzîkî 2500 torombêlan hatin û çûnê dikin.

Di vîbiyavî de Hesen Aybik, parêzgerê Şirnexê diyarkir ku ew îro ligel parêzgerê Dihokê gehştîne rêkeftineka destpêkî derbarê çêkirina pira Sê yê ya Bazrganî li Ibrahîm Xelîl û zêdetir got sipasiya parêzgerê Dihokê û aliyên peywendîdar dikin bo rêkxistin û dîzaynkirina karê navhatî, derbarê hersî dergehên din yên sînorî yên di navbera Herêmê û Tirkiyê de got: Di çend hefteyên bê de, dê teknîkarên herdû aliyan ligel yek bicivin daku diyar bikin kengî ev dergehên din dê bêne vekirin.

Nûçeyên têkildar