Nûnerê Kantona PYDê ji serkirayetiya xwe xwest ku rûnkirinekê derbarê navendên dengdanê li kantona xwe bidin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê ragihandina Kantona PYDê li Herêma Kurdistanê, daxwaz ji PYDê kir ku rûnkirinekê pêwîst û bilez derbadê danîna sindûqên dengdana hilbijartina serokomarê Sûriyê bide, ku li navçeyên kantona Cezîrê ta PYDê de hatine danîn û dibêje ku ew hilbijartin ne rewane.
FethulaHusênî, Berpirsê ragihandina Kantona PYDê , di peyca xwe ya Facebookê de, daxwaz ji serkirdayetiya xwe kir ku rûnkirinekê zelal û bilez derbarê danîna sindûqên dengdana hilbijartina serokomarê Sûriyê li Qamişlo û Amûdê bide.
Husênî dibêje: Ji ber ku ez berpirsê ragihandina Kantona we me, ez rasterast û bi eşkere ji we dixwazim ku hûn daxuyaniyekê fermî û zelal debarê wan hilbijartinan nerewa belav bikin.
Di dawiyê de, berpirsê ragihandina Kantona PYDê li Herêma Kurdistanê daxwaz kir û got: ji we tê xwestin ku hûn ji vî miletî re bi şefafiyet hêncetên xwe bidin xuyanîkirin.
Li gor raporteke televizyona Sema ya nêzîkî rejîma Sûriyê, li parêzgeha Hesekê ya ku di dawiya meha çile ya borî de rêveberiyeke xweseriya demokratîk ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve tê de hatiye ragihandin, wê 757 navendên dengdanê bên vekirin.




