Mîrê Êzdiyan bo Fazil Mîranî: Em piştgîriya hewlên serkirdayetiya Kurd dikin

Hewlêr-KDP.info- Mîr Tehsîn Beg, mîrê Kurdên Êzdî ligel Fazil Mîranî, sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) civiya û di wê civînê de ragigand ku Kurdên Êzdî piştgîriya hewlên serkirdayetiya Kurd bi serokatiya Serok Barzanî dikin.
Îro çarşemê, Fazil Mîranî sekreterê polîtburoya (PDKê) li avahiya polîtburoya pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg, mîrê Kurdên Êzdî kir.
Di Hevdîtinekê de Mîranî balkişand ser rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî û guhertinên dawî li navçeyê gotûbêj kirin.
Herwiha di wê civînê de Fazil Mîranî behsa proseya hilbijartinên parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hewlên endam û alîgirên xwe karî wek her car encamên baş bi dest bixe.
Mîranî herwiha ronahî jî xist ser gavên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) tekez kir ku pêwîste hevkarî û hevhelwêstî di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li hember pirsên navxweyî û wan guhertinan hebe ku derdikevin holê û dibine gerentiya parastina destkeftên Kurd.
Ji aliyê xwe ve, Mîr Tehsîn Beg, mîrê Kurdên Êzdî, sipasiya Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) kir jib o vê pêşwaziya gerim yak u lê hat kirin û tekez kir ku Kurdên Êzdî piştgîriya hewlên serkirdayetiya Kurd bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hemû waran de dikin.




