Mustefa Cûma: Bi serxistina hilbijartinan PYDê hevkariya rejîma Sûriyê dike

Hewlêr-KDP.info- Mustefa Cima, endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku li hemû dever û navçeyên Kurdan sindûqên dengdanê bo hilbijartinên serokomar hatine danîn û PYDê jî li şûna ku rê li encamdana wan hilbijartinan bigre, hevkariya rejîmê dike.
Endamê Polîtburoya (PDK-S) ji KDP.info re got: “PYDê bi eşkere behs dije ku mafê her kesî heye ku tevlî hilbijartinên Sûriyê bibe, û rê dide rejîma Beşar Esed ku sendûqên xwe li navçeyên Kurdan deyne û ala rejîmê jî li deverên Kurdî bilind bikin.”
Cûma tekez kir ku ew wek Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, li dijî beşdarîkirina Kurdan in di van hilbijardinan de ji ber ku berdewam Kurdan zilim û zordarî ji destê vê rejîmê xwariye.
Ew endamê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) got: “Li navçeyên Kurdan deselat bi tenê di destên PYDê de ye û rejîma Sûriyê bi azadî hatiye û sendûqên dengdanê li deverên Kurdî danîne û tu kesî jî rê li wan negirtiye.”
Mustefa Cûma diyar kir: “Roja dengdanê dê PYDê cihên sendûqan biparêze û hevkariya rejîmê bike ji ber ku piroseya hilbijartinan serbikeve.”




