26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Eger em yekrêz û yek helwês bin emê serbikefin û serxwebûna aborî bi dest bînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser xwesteka xwe hate Parlamentoya Kurdistanê û pevek pêşkeş kir û ragihand ku Firoştina petrola Kurdistanê bi biryara Parlamentoya Kurdistanê bû û got: “Eger em yekrêz û yek helwês bin emê serbikefin û serxwebûna aborî bi dest bînin.”

 

Nêçîrvan Barzanî îro çarşema 28/5/2014 li Parlamentoya Kurdistanê derbarê birrîna mûçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê de got: “Ev çend sale Bexda bi tenê 10% ji mûçeya Herêma Kurdistanê dişîne , di demkê de pêwîste 17% be”. Herwiha aşkere kir ku “Bexdayê 6 trilyon dînar deyndarê Herêma Kurdistanê ye”.

 

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Muçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ku divyabû li Bexdadê werbigrin 850 milyar dînar bû, lê belê me 560 milyar wergirtiye û budceya pêşmerge me bi xwe dabîn kiriye.”

 

Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku di civîna wan a vê dawiyê ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û pişt re ligel şanda Iraqê ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Iraqê Hisên Şehristanî de, wezîrê darayî yê Iraqê got ku “bi biryara serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarî mûçeya Herêma Kurdistanê hatiye birrîn”.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Dema em çûn Bexdayê me hizir kir ku krîza darayî li Iraqê bi giştî heye, lê me ji wan pirsî, gotin ti pirsgirêkeke Iraqê tine ye û tenê budceya Herêma Kurdistanê nayê dayîn”.

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Dema wan ev yek ji me re got, hîn me petrol nefiroştibû û em mijûlî çareseriyê bûn, lê dema wiha lêhat, em jî narûnin û divê em çareseriyekê bibînin”.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî fermnaberên Herêma Kurdistanê piştrast kir ku mûçeyên wan ji dest naçe û ew pirsgirêk wê zû bê çareserkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê pirsa petrolê de li ser kontrolê ye û got: “Ew dibêjin proseya firoştina petrolê teslîmî me bikin, em jî dibêjin bi çi heqekî, ji ber ew daxwaza wan ne destûrî û ne yasayî ye”.

 

Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe wiha domand: “Bexda dibêje ewê dahata petrola Herêma Kurdistanê bike budce, lê em ti carî vê yekê qebûl nakin, ji ber ti gerentiyek tine ye daku rê li ber wê yekê bigire ku careke din bi biryara take kesekî budceya Herêma Kurdistanê neyê qutkirin”.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekez kir Firoştina petrola Kurdistanê bi biryara Parlamentoya Kurdistanê bû û got: “Em nikarin hîna li hêviya Bexdayê bin, Herêma kurdistanê carik din venager bi dawî de, Bexda ti gavê nikare çogên Herêma Kurdistanê bişkîne, eger em yekrêz û yek helwês bin emê serbikefin û serxwebûna aborî bi dest bînin.”

 

Nêçîrvan Barzanî got: “Me li dawiya sala 2005`an û şûnve fêm kir ku Bexdad dixwaze xwe li ser Herêma Kurdistanê ferz bike ne tenê li ser meseleya neftê belku di warên sotemeniyên dinê jî weku karebê.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de jî ragihand ku ew amade ne kompaniya SOMO çavdêriya proseya firoştina petrola Herêma Kurdistanê bike, lê got: “Em kontrolê naxin destê SOMO, ev yek bi tenê ji ber wê yekê ye ku 17% ji budceyê bi rastî bigihe Herêma Kurdistanê”.

 

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku niha jî deriyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjên ligel Bexdayê vekiriye, “lê eger ew hemû deriyan bigirin, em jî wiha nasekinin, firoştina petrolê jî peyama me bû ji bo Bexdayê ku em dikarin tiştê em bixwazin bikin û em yek gavê jî di vê proseyê de paşde navêjin”.

Nûçeyên têkildar