26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê li derve destpêkirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Îro çarşemê proseya dengdana ji bo hilbijartina serokê nû yê Sûriyê li derve destpêkir.

Proseya dengdana hemwelatiyên Sûriyê li derve îro saet 7ê sibehê destpêkir û wê heta 7ê êvarê berdewam bike.

Li gor wezareta derve ya Sûriyê mafê zêdetirî 200 hezar hemwelatiyên sûrî li derve heye ku dengê xwe bi kar bînin.

Hinek welatên wek Êran, Libnan, Urdun, Uman, Rûsya û Çîn rê dane ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li ser xaka wan birêvebiçe, lê piraniya welatên rojava û erebî rê nedane û ev hilbijartin wek “ne rewa“ dane naskirin.

Di hilbijartinên vê carê de, jibilî serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, 2 kesatiyên din bi navê Hesan el-Nûrî û Mahir Hecar jî rikberiyê li ser posta serokatiyê dikin.

 

 

Nûçeyên têkildar