25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Malbatên ku PKKê zarokên wan birine çiyê daxwaza zarokên xwe dikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Malbatên zarokên ku PKKê birine çîyan, doh berê xwe dan avahiya BDPê ya Amedê  û bi protestoyeke  mezin ji PKK xwestin ku zarokên wan vegerîne malê wan.

Malbata berê xwe da BDPê da ku  hevdîtinê berpirsên partiyê re bikin û doza zarokên xwe bikin. Lê di nava malbat û BDPê de hevçûn pêkhat. Hinek kesên malbatan  birin nexweşxanê. Malbata da xuyakirin ku ew ji bo hevdîtinê çûne avahiya BDPê , lê BDPe yiyan êrîşê wan kirine xwestina wan ji avahiyê derêxin derve.

Piştî malbat ji avahiya BDPê derketin li devera Deriyê Çîyê rûniştin. Malbat dibêjin : Heta zarokên me neyên em ji vê derê naçin.

Eve 8 rojin 9 malbatên ku zarokên wan derxistinê çîyê greva rûniştinê dikin.

 

Nûçeyên têkildar